• DOLAR 32.574
  • EURO 35.019
  • ALTIN 2431.339
  • ...
Bila Salona Werzîşê ya Girtî bi navê Yasîn Boru were binavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di bûyerên 6 û 8ê Cotmehê bi banga HDPê derketibûn de hatibûn qetilkirin ji teref xelkê ve nehatin jibîrkirin. Her weke tê zanîn berî niha ji teref Diyarbekirîyan ve hatibû telebkirin da ku navê Liseya Anadolu ya Gaffar Okkanê ya ku Yasîn lê dixwend bi navê wî bila bê binavkirin. Piştî vê teleba Diyarbekirîyan niha jî Adiyamanî teleb dikin da ku salona werzîşê ya girtî bi navê Yasîn Boru were binavkirin.

Serokê Wehdet Dera Adiyamanê Bîlal Demîr destnîşan kir ji bîr kirina wê qetlîama 6 û 7ê Cotmehê ne mimkûn e wiha pêde çû: “ Ji bona ku ciwan û xortên me Yasîn Boru ji xwe re mînak bistînin em teleb dikin bila salona werzîşê ya 2500 kesitî bi navê Yasîn Boru were binavkirin.”

Di derbarê mijarê de temsîlkarê Çagri-Dera Kahtayê Mehmet Sîvîl destnîşan kir navê kesên mîna Yasîn li ser civakê bitesîr in û axavtina xwe wiha domand: “Em pêşnîyaz dikin da ku navê Yasîn Boruyê ku dema goştê qurbanan belav dikir hat qetilkirin li wê Salona Werzîşê ya ku li Adiyamanê hatîye çêkirin bê dayîn.”

Di derbarê mijarê de Serokê Şaxa Îyîlîk-Derê Murat Yildirim û Endamê Lijneya Rêvebirê Ogrencî-Derê Abdulkadîr Çalişir jî daxwaz kirin da ku Salona Werzîşê ya Girtî ya ku li Semsûrê hatîye çêkirin bi navê Yasîn Boru were binavkirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir