Ji Serokatîya TBMMê re Îsmaîl Kahraman hat bijartin
Namzedê AK Partîyê Îsmaîl Kahraman di dengdayîna tûra sêyemîn de raya herî zêde stand û bû Serokê nû yê TBMMyê.
Di dengdayîna Serokê TBMMyê de Parlementerê Stenbolê yê AK Partîyê Îsmaîl Kahraman di dendayîna sêyemîn de 316 ray hilgirt û bû Serokê nû yê TBMMyê. Dengdayîn di seat 15.00an de dest pê kir. Di tûrên yekem û duyemîn de ji ber ku raya pêwîst nehat standin tûra sêyemîn hat kirin. Di encama tûra sêyemîn de Parlementerê Stenbolê yê AK Partîyê Îsmaîl Kahraman bû Serokê nû ya TBMMyê.(ÎLKHA)