Nîqaşa pismaman bi xwînê xelas bû: Mirîyek
Li Entabê tê îddîakirin du pismam ên ku berî niha di naveyna wan de hisûmet hebû pev çûn. Di encama pevçûnê de kesek jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Hacibabaya navçeya Şehîtkamîla Entabê du kesên ku pismamên hev du ne nîqaş kirin. Di ser nîqaşê de zêde wext derbas nebûbû ku di naveyna pismaman de pevçûn derket. Hat îddîakirin kesê bi navê S.Y. bi damençeya xwe ya bêruxset li ser pismanê xwe yê bi navê M.Y de 4 berik berdan.
Di encama pevçûnê de M.Y. giran birîndar bû. M.Y. bi ambulansa ku hate cihê bûyerê birin nexweşxanê. M.Y. di rêya nexweşxanê de jiyana xwe ji dest da.
Di derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)