10emîn rûniştina Doza Mavî Marmarayê dest pê kir
10emîn rûniştina Doza Mavî Marmarayê ya li Edlîyeya Çaglayana Stenbolê dest pê kir.
10emîn rûniştina Doza Mavî Marmarayê ya li Edlîyeya Çaglayana Stenbolê îro di seat 10.00an de dest pê kir. Rûniştin bi kontrola nasnameyan dest pê kir. Piştî kontrola nasnameyan hemwelatîya ABDê aktîvîst Catherîna Seetz îfade da mehkemê.
Serokê IHHê Bulent Yildirim li derveyî dadgehê ji endamên çapemenîyê re daxuyanî da. Yildirim di daxuyanîya ku da de wiha destnîşan kir: “Îsraîl her roj êrîşî Filîstîn dike. Em hêvî dikin di rûniştina îro de qerara girtine were derxistin û ev qerara ku ew ê bê derxistin berî kêlîkê ji Înterpolê re were şandin.”(ÎLKHA)