• DOLAR 32.612
  • EURO 34.851
  • ALTIN 2491.596
  • ...
"Bila navê Yasîn li mekteba ku lê dixwand bê dayîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Platforma Karwanê Şehîdan Omer Çelîk diyar kir divê hinek êş û jan ji teref civakê ve neyên ji bîr kirin û teleb kir bila navê Yasînê ku di bûyerên 6 û 7ê Cotmehê de hatibû qetilkirin li wê mekteba ku lê dixwand bê dayîn.

Serokê Platforma Karwanê Şehîdan Omer Çelîk di derbarê mijarê de nirxandinan kir û wiha axivî: “Ji bona ku civak ji xwe re ders û îbretan bistîne divê hinek êş û jan neyên jibîrkirin da ku cardin ev tişt dubare nekin. Bûyera qetilkirina Şehîd Yasîn û hevalên wî jî ji van êş û janan e. Divê ev bûyer di nava civakê de neyê jibîrkirin”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir heger navê Yasîn Boru li wê mekteba lê dixwand bê dayîn ew ê wê demê heta ebed bijî û wiha pêde çû: “ Em dixwazin û teleb dikin bila navê Yasîn li wê mekteba lê dixwan bê dayîn. Di vî warî de telebên me hene. Her wiha em ê piştgirîyê bidin kesên ku di vî warî de gavan bavêjin.”

Weke ku tê zanîn di 6 û 7ê Cotmeha 2014an de li Diyarbekirê Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Hasan Gokgoz, Rîyad Guneş, Turan Yavaş, Cumalî Guneş û gelek kesên din ên bêsûc û bêguneh ji teref HDP/PKKyîyan ve bi şiklekî wehşî û hovane hatibûn qetilkirin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir