• DOLAR 32.557
  • EURO 34.908
  • ALTIN 2424.877
  • ...
Ev 27 meh ku ji zarokê astengdar xeber nayê standin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yakup Barutê 17 salî yê ku li Taxa Yeşîlevlera Tarsûsê dijî û astengdar e berî vê 27 mehan winda bû. Her çiqas ji bona were dîtin lê gerîyabin jî nehat dîtin. Ji ber vê yeke malbata Yakup Barutî bang li kesên rayedar û li hemwelatîyan kirin da ku di vê mijarê de alîkarîya wan bikin.

Yavuz Barutê ku bavê Yakup Barut e ragihand ew bû 27 meh ku kuçe kuçe, kolan kolan li lawê xwe digere, lê dike nake nikare lawê xwe bibîne. Ji ber vê yekê Yavuz ji rayedaran telebe alîkarîyê kir.

 “Her roja me di nava êş û eleman de derbas dibe”

Bav Barut, di derbarê rewşa lawê xwe de wiha axivî: “Ev bû 27 meh ku lawê min ê astengdar winda bûye. Halê me gelekî nexweş e. Em hêvî dikin lawê me berî kêlîkê were dîtin. Em di nava êş û xemgînîyê de ne. Em ji Serokomar û Serokwezîrê xwe alîkarîyê teleb dikin. Her wiha em ji walî û emnîyeta Mêrsînê û ji cendirmê jî alîkarîyê teleb dikin da ku alîkarîya me bikin. Herî dawî me bihîst lawê me revandine û pê parsektîyê didin kirin. Ji bona Xwedê alîkarîya me bikin. Her kî wî bibîne ji bona Xwedê bila xeberê bide hêzên ewlehîyê. Xwedê Teâla vî tiştî neyêne sere tu kesî.”

Gonul Barut: “Lawê min nexweş û naçar e”

Gonul Baruta ku dêya Yakup Barutî ye ragihand ew her roj li wêneya lawê xwe dinêre û digrî û wiha pêde çû: Ev bû 27 meh ku lawê min winda bûye. Em qet rasta wî nehatin. Ez her şeveqê bi hêvîya dîtina lawê xwe ji xew şiyar dibim. Gelo tirsa Xwedê bi wan kesên ku lawê min birine re tune ye. Bila lawê min bînin. Bila bînin ez ê ji wan gilîdarî nebim. Bes ku bila lawê min bînin. Lawê min nexweş e, nikare biaxive. Ji ber ku nexweşîya dil pê re heye mecbur e her roj dermana biemilîne. Ji bo Xwedê kesên ku lawê min bibînin bila xeberê bidin me .”(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir