• DOLAR 32.368
  • EURO 35.061
  • ALTIN 2325.136
  • ...
Zilma sewqê ya ku li Hîzbullahîyan  tê kirin hê jî berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehkûmê ku berî vê çendakî ji bajarên rojava anîbûn Sîwereka Rihayê bêdaxwaza mehqûm, wî sewqî Eskîşehîrê kirin. Naskirîyên mehkûmî di derbarê mijarê de destnîşan kirin ku ev sewqên ku tên kirin zilm e û wiha pêde çûn: “Ev sewqên ku tên kirin him ji bona me û him jî ji bona mehkûman îşkence ye.”

Mehkûmê Hîzbullahî yê ku berî vê çendakî ji girtîgehên rojava anîbûn Girtîheha Girtî ya Tîpa Tyê hê hînî girtîgehê nebûbû ku jê re sewq derxistin û ew ê wî bişînin Eskîşehîrê.

Mecît Damarê ku di bin îşkenceyan de belge pê dabûn îmzakirin û hatibû mehkûmkirin ev çend sal e ku di girtîgehê de ye. Mecît Damarê ku  berî vê çendakî sewqî Sîwereka Rihayê kiribûn cardin jê re sewq derxistin û wî şandin Eskîşehîrê.

Faîka Damar a ku hevserê Mecît Damarî ye di derbarê mijarê de wiha axivî: “Min vê xebera sewqê di dema hevdîtinê de hîn bûm, Mêrê min ev bû çendîn sal ku ji heremê û ji malbata xwe dûr e. Berî vê çendakî wî sewqî Sîwerekê kirin. Me hêvî dikir wî sewqî memleketa wî Diyarbekirê bikin, lê belê em hîn bûn ku sewqa wî derxistinê Eskîşehîrê.”

Faîka Damara ku xanima Mecît Damarî ye di dawîya axavtina xwe de bang li kesên rayêdar kir û ji wan xwast bila mêrê wî sewqî Diyarbekirê yan jî bajarên derdorê re bikin û bila dawî li vê zilmê bînin.

“Jixwe lawê min bêsûc û belesebeb hat cezakirin, qe nebe bila wî bînin cihekî nêz”

Zelîha Damara ku dêya Mecît Damarî ye destnîşan kir ji bona wî ji lawê xwe dûrbûn gelekî bi êş û zehmet e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min li ber çavên min gelekî bi qedr û qiymet bû. Qet  dilê min jê nema. Jixwe lawê min belesebeb hat cezakirin. Qe nebe bila wî bînin cîyeke nêz. Lawê min qet rûyê rihatîyê nedît. Îro jî wiha ye. Dema ku lawê min li Tokat û Enqerê bû min carekî jî lawê xwe nedît.Lewra ez nikaribûm herim wî ziyaret bikim. Dema ku li Sîwerekê bû jî tenê carekî ez çûm ziyareta wî. Ez nexweş im, nikarim têkevim rêya dirêj.Xwedê  Teala heqê me ji wan re nehêle.”

Omer Damarê ku lawê Mecît Damarî ye destnîşan kir ev sewqa ku hatîye kirin ji bona wan êş û elem e, wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bila bavê min bînin van bajarên nêz. Lewra dêya min nexweş e. Em nikarim têkevin rêya dirêj. Ji ber vê  yeke em teleb dikin bila bavê min sewqî bajarên nêzî me bikin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir