• DOLAR 32.546
  • EURO 34.904
  • ALTIN 2426.362
  • ...
14 kesên ku li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin serbestberdan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê berî niha operasyon hatibûn kirin û di operasyonan de di nav wan de rêvebirên DBPê jî hebûn tevde 14 kes hatibûn binçavkirin. 14 kesên ku hatibûn binçavkirin li gor agahîyan hatin serbestberdan.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin  Serokê Şaredarîya Qubînê Mustafa Ozturk û rêvebirên bajêr ên Partîya Hereman a Demokratîk tevde 14 kes di operasyonan de hatibûn binçavkirin. Mustafa Ozturk bi talîmata Wezîrê Karên Navxwe ve ji peywir hatibû dûrxistin.

Hat ragihandin 14 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî muameleyên wan hatin serbestberdan.(ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir