Dozgerê Fransayî: "Hejmera mirîyan derkete 129an"
Dozgerê Fransayî yê Mucadeleya bi Terorê Françoîs Molîns daxuyand di êrîşên ku hatine kirin de 129 kes mir û her wiha 352 kes jî birîndar bûn.
Dozgerê Fransayî yê Mucadeleya bi Terorê Molînsa di derbarê êrîşên ku li Parîsê hatin kirin de daxuyanîyek da. Molîns di daxuyanîya ku da de wiha destnîşan kir: “ Di êrîşan terorê yên ku li Parîsê pêk hatin de tevde 129 kes mir û 352 kes jî birîndar bûn.Her wiha di êrîşên terore de 7 terorîst mirin.” (ÎLKHA)