Civîna G-20an dest pê kir
Civîna G-20an ê ku ew ê 2 rojan li Entalyaya Tirkîyeyê berdewam bike ji teref Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve bi pêşwazîkirina lijneyên mêvanan û bi girtinên dîmenên malbatan dest pê kir.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di destpêka civînê de bixêrhatin da serokên civîna G-20an û bi wan re fotograf da kişandin.
Ji bilî welatên G-20an her wiha welatên mîna Azarbeycan ,Îspanya,Malezya,Senegal,Sîngapur û Zîmbabve jî wê beşdarî civînê bibin
Beşdarvanên ku ji bo civîna ku wê li Beleka Antalyayê bê lidarxistin hatibûn ji teref Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve li ber Otela Regnumê hatin peşwazîkirin.Erdogan bixêrhatin da mêvan û beşdarvanan.
Hat ragihandin wê ji 10 hezar zêdetir kes beşdarî civînê bibin û her wiha 2 hezar û 469 endamên çapemenîyê jî wê civînê bişopînin.(ÎLKHA)