• DOLAR 32.594
  • EURO 34.874
  • ALTIN 2505.159
  • ...
Xelkê Sûrê ji ber zextên PKKê koç dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê navçeya Sûrê ji ber zextên PKKê ji navçê koç dike.  Xelkê kurd ê ku di salên 90an de zirara herî mezin ji pevçûnan dîtibûn niha jî li Sûra Diyarbekirê bi êş û elemdar in.

Xelkê kurd ên ku ev bû bi salan di bin zilmê de dijî û muxtacê hizûr û aramîyê ye çawa ku berê ji dewletê zilm didît bi heman awayî îro jî ji PKKê dibîne.

Ji ber ku li Taxên Fatîh Paşa, Hasirli, Savaş, Cemal Yilmaz û Dabanogluyê ji teref PKKyîyan ve hendek hatine kolan û ji ber ku barîkat hatine înşakirin navçê bûye mîna xopan û kavilekî.

Li navçê kesên ku piştgirîyê nadin PKKê ji teref PKKyîyên çekdar ve bi mirinê tên tehdîdkirin. Xelkê Sûrê di derbarê mijarê de destnîşan kirin ku ew her tim bi tirsa pevçûnan an jî teqînekê dijîn, ji ber vê yeke ew dixwazin ji navçê koç bikin; lê belê kesên PKKyî nahêlin ew ji navçê koç bikin.

Xelk ji ber muameleyên ku tên kirin destnîşan kirin ew di salên 90an de ji teref dewletê ve wek terorîst dihatin binavkirin û niha jî ji teref PKKê ve wek hevkar, xaîn tên binavkirin.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir