Li Vîyanayê lihevhatin hat temînkirin
Li paytexta Vîyanaya Avusturyayê civîna Sûrî pêk hat. Hat ravekirin ku di derbarê civînê de li hev hatin çêbûye.
Wezîrê Karûbarên Derve yê ABDê John Kerry di derbarê hevdîtinên Sûrî yên ku li Vîyanayê pêk hatin de daxuyanîyek da. Kerry di derbarê civînê de destnîşan kir teref di derbarê mijarên heta 6 mehan piştgirî dayîna pêvajoya derbasbûnê de û di derbarê di nava 18 mehan de kirina hilbijartineke adilana de li hev kirine.
Wezîrê Karûbarên derve yê ABD Kerry diyar kir ku di hevdîtinên Sûrî de bi pêşengîya Sûrîyeyîyan ew ê piştgirî bidin wê pêvajoya derbasîyê û amade kirine pêşnûmayekê makeqanûnê. Dûvre diyar kir ku ji bo ku hilbijartinekê adilane li Sûrî were kirin li hev hatin pêk hatîye.Kerry her wiha ragihand di vê pêvajoyê de ew ê diyar bibe kî teror e û kî mixalife.
Ji ber şerê navnexweyîya Sûrî, li paytexta Vîyanaya Avusturyayê bi teşebusa ABD, Ûris û bibeşdarbûna Neteweyîyên yekbûyî, Nûnerên Yekitîya Ewrûpa û Yekitîya Ereban û 17 welatan civîn hat lidarxistin. Ji bo ku çareserî ji şerê Sûrî re were dîtin Wezîrê Karûbarên derve yê ABD Kerry, Wezîrê Karûbarên derve yê Ûris Sergey Lavrov û nûnerê teybet ê Sûrîyê ya NYê civîneke çapemenîyê li dar xistin.
Di daxuyanîya çapemenîyê de Kerry di derbarê civîna ku hatîye lidarxistin de daxuyanîyeke da. Kerry di daxuyanîyê de destnîşan kir ku hê jî di nabeyna alîgiran de nêrînên cûda hene. Lê gor 2 heftê berî pêşketineke girîng hatîye bi dest xistin.
Kerry di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Em bi pêşengîya YNê ji bo ku di navbera nûnerên rejîma Sûrî û mixalifên Sûrî de hevdîtin pêk were me li hev kir. Em piştgirîyê didin wê pêvajoya derbasbûnê ya ku ew ê di pêşengîya Sûrîyeyîyan de be . Em pêşnumayekê makeqanûnê amade dikin. Ji bo ku li Sûrî hilbijartinekê adilane were kirin em li hev hatin. Pêwîst e ku ev pêvajoya sîyasî di kontrola YNê de were şopandin. Ew yek dê bibe alîkarê da kî terore û kî mixalife were fêmkirin. IŞÎD û El-Nusra bê guman di qategorîya terorê dene.”(ÎLKHA)