Civîna G-20 dest pê dike
Civîna G-20 ya ku ew ê 2 rojan li Entalyaya Tirkîyê berdewam bike di bin geşadanîyên Sûrî û di bin sîya êrîşên Parîsê de îro dest pê dike.
Serokomar Recep Tayîp Erdogan wê ji civînê re serokatîyê bike.Civîn wê bi axavtina Serokomar Erdogan dest pê bike.
Berîya civînê Serokomar Recep Tayîp Erdogan bi Serokê ABDê Barack Obama re hevdîtinekî kir û her wiha ew ê êvarî jî bi Serokê Dewleta Rusyayê Vîlademîr Putîn re jî hevdîtinekî bike.
Civîna ku wê li Beleka Entalyayê destpê bike ji 10 hezarî zêdetir kes wê beşdarî bibe û her wiha ew ê 2 hezar û 469 endamên çapemenîyê jî civînê bişopînin.(ÎLKHA)