• DOLAR 32.599
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2408.542
  • ...
Alimekî din ji ber xizmetên îslamî têxistin zîndanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di salên 2000an de li dijî kesên mutedeyyîn û oldar serdegirtinên neheq hatibûn destpêkirin û gelek kes bêsûc û bêsebeb hatibûn girtin. Mela Ekrem Derdîyokê ku qurbana wan serdegirtinan bû li Mûşê hat girtin û wî xistin zîndanê.

Di salên 2000an de li dijî kesên dîndar û sazîyên îslamî operasyon dabûn destpêkirin û gelek kes ji ber xizmetên xwe îslamî hatibûn girtin û wan xistibûn zindanê. Mela Ekremê ku wê demê bi hinceta endambûna Cemaeta Hîzbullah hatibû girtin salekî di girtîgehê mabû û hatibû tahlîyekirin. Di ser tahlîyebûna Mela Ekrem de çend sal derbas bûn û cardin ji ber qerara mehkumtîyê hat girtin û wî xistin Girtîgeha Mûşê.

Mela Ekrem Derdîyokê ku li 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Wanê dihat darizandin di sala 2012an de bi îthama endambûna Cemaeta Hîzbullah jê re 4 sal û 8 meh ceza hatibû birîn. Mela Ekremê ku mecbur mabû demeke dirêj ji malbata xwe dûr bijî duh piştî nimêja înê hat tewqîfkirin.

Mela Ekremê ku zewicî ye û bavê 5 zaroka ye di derbarê tewqîfkirina xwe de daxuyanîyeke kurt da. Mela Ekrem di derbarê mijarê de wiha axivî: “Sûcekî me tenê heye ku ev jî ji Xwedê Teâla re xizmet kirine. Em ji ber kırına ve xizmetên ten ceza kirin. Ev xizmetên ku em dikin wiha uya dike ji ber ku hine Keşan nesihte dike ku ev zil li me reva tê ditin. Her weke tê zanîn kesên ku di dozken KCK, Ergenekon û Balyoz de dihat darizandin cezaya Giran ji wan re hatibû birîn. El bele hatim serbest Berdan. Teşte her emin û Dilşat ev e ku di helakteki wiha de nişanen dîndar û mutedeyyîn he jî zilime dibinin û ten mexdûrkirin. Ez ji Rebbê xwe re şikr dikim. Ew şahidê me ye.” (ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir