Li Farqînê qedexeya derketina derve hat rakirin
Qedexeya derketina derve ya ku li navçeya Farqîna Amedê hatibû daxuyandin hat rakirin.
Qedexeya ku berî vê 12 rojan ji teref walîtîyê ve li Taxên Tekel, Mescîd û Konakê hatibû daxuyandin îro hat rakirin. Piştî rakirina qedexeya derketina derve polês û eskeran li taxan hendekên ku ji teref PKKyîyan ve hatibûn kolan girtin û li dijî PKKê operasyon dan destpêkirin.Li Farqînê ji roja ku derketina derve hat qedexekirin heta îro 8 polês û esker jiyana xwe ji dest dan û her wiha di pevçûnan de 10 PKKyî jî hatin kuştin.
Tîmên Heraketa Taybet ên Cendirmeyan ên ku li Farqînê wezîfedar bûn îro ji Farqînê vekişîyan.
Her weke ku tête zanîn di 3ê mijdarê de li Taxên Konak, Mescîd û Tekelê deretina derve hatibû qedexekirin.(ÎLKHA)