Hollande: Di êrîşan de 127 kes mirin
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande diyar kir ku di êrîşên ku dûh êvarî hatibûn kirin de 127 kes mirin.
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande li Parîsê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de diyar kir di êrîşa bombeyî ya dûh êvarê de 127 kes mirine.
Hollande diyar kir ku êrîş ji teref DAIŞê ve hatiye lidarxistin. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “ Êrîşa ku bû sedema mirina 127 kesan li derve hat plankirin û hat îdare kirin.
Holland, diyar kir ku ev êrîş sedema herbê ye û îfade kir ku bersiva vê yekê him di hindir de him jî di derve de were dayîn.
Hollande, diyar kir ku li welêt de 3 roj şîn hat îlankirin û tedbîrên navneteweyî ya ewlehiyê derxistin asta herî bilind.
Ji alîyek din ve hat destnîşan kirin ku li gor agahiyên herî dawî 99 kes bi şiklekî giran bi tevahî 250 kes birîndar bûne.(ÎLKHA)