• DOLAR 32.549
  • EURO 34.903
  • ALTIN 2430.347
  • ...
"Heta ku misliman nebin yek Quds azad nabe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mislimanên Tirkîyeyî yên ku Mescîda Eqsayê ziyaret kirin di hewşa Mescîda Eqsayê de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivîn. Mislimanên Tirkîyeyî  bi çavên xwe ji zilm û zordarîyên ku ji teref sîyonîst îsraîl ve li Filîstînîyan  tên kirin re bûn şahid û di derbarê mijarê de destnîşan kirin Azadîya Qudsê encax bi wahdeta ummetê dibe.

“Misliman heta ku nasnameyên xwe nîşan nedin nikarin têkevin camîyê”

Di derbarê mijarê de hemwelatîyê Tirkîyeyî Abdulkadîr Urundu  destnîşan kir heta mirov nasnameya xwe nîşan nede nikare têkeve camîyê û wiha axavtina xwe domand: “ Em li vir şahid bûn mislimanên ku ji bona edakirina nimêjê tên camîyê bi destûr dikevin camîyê.Ango mislimanên ku tên camîyê mecbur dimînin nasnameyên xwe nîşanî eskerên sîyonîst îsraîl bidin.Heta ku nasnameyên xwe nîşanî eskerên sîyonîstan nedin nikarin têkevin camîyê. Ez difikirim pêwîst e ku misliman li hevdu xwedî derkevin  û wahdetê bi hêztir bikin. Serokên welatên îslamî divê werin ba hevdû û biratîya îslamî berî kêlîkê tesîs bikin. Îro bi rastî jî hewcîtîya ummetê bi vejînê heye.Xwedê Teala berî kêlîkê nesîbê me bike da ku em vê esaret  û zilmê ji ser mislimanan rabikin.”

Ji hemwelatîyên Tirkîyê Yilmaz Kazanê ku çûbû ziyareta Qudsê jî di derbarê mijarê de destnîşan kir misliman di bin zilmê de tên heçikandin.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir