• DOLAR 32.371
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2325.427
  • ...
Barzanî li Şengalê daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Kurdîstana Başûr Mesut Barzanî, di derbarê kontrolkirina bi temamî ya Şengalê û   operasyonên ku ji bo Şengalê hatibûn destpêkirin de civînekê çapemeniyê li dar xist.

Serok Mesut Barzanî, piştî ku pêşmerge Şengala Musûlê bi temamî xist bin kontrola xwe daxuyanî da. Barzanî di daxuyanîya ku li Şengalê da de dest nîşan kir ku  wan soza xwe bi cî anî, zafereke mezin  bi dest xistine û bes pêşmerge beşdarî operasyonê bûye.

Şengala ku bi pirranî Êzidî lê dijiyan 3yê tebaxa 2014an ji vir ketibû bin kontrola DAIŞê. Bi piştgirîya balafirên hevkarî re pêşmerge operasyon dabû destpêkirin. Hat ragihandin ku pêşmerge Şengalê ji DAIŞê  sitandîye  û bi temametî ketîye bin kontrola pêşmergeyan.

Barzanî, destnîşan kir pêwîst e ku ev operasyon wek peyamek were nirxandin û teql kir ku bes pêşmerge beşdarî vê operasyonê bûye. Barzanî diyar kir  ew ê daxwaza bajêrbûyîna Şengalê ji ji Hikûmeta Iraqê daxwaz bikin û wiha axavtina xwe domand: “ Ez ji vir bang li temamê dinya û Bexdayê dikim; ji bo ku Şengal avadan bibe pêwîst e ku em dest bidin hev.”

 Barzanî  di dawiya daxuyaniyê de ji ABD û endamên hevkarî re ji bo ku piştgirî dane operasyonê teşekur kir. (İLKHA)

 

 

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir