Ji Egîtîm Senê re bertek didomin
Ji daxuyanîya çapemenîyê ya ku ji teref Egîtîm Sena Şaxa Diyarbekirê ve hatibû dayîn re Egîtîm Bîr Sena Şaxa Diyarbekirê bertek nîşan da.
Di daxuyanîya ku ji teref Egîtîm Bîr Senê ve di derbarê mijarê hat dayîn de hat diyarkirin Egîtîm Sena Diyarbekirê bi tohmet û buxtanan dixwaze Dibistana Navîn a Îmam Xatîba Namik Kemalê lekedar û reş bike.
Ji ber tohmet û hewldananên reşkirinê yên Egîtîm Senê li ber Dibistana Navîn a Îmam Xatîba Namik Kemalê ji teref Egîtîm Bîr Senê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de Wekîlê Serok ê Egîtîm Bîr Sena Diyarbekirê Naîf Keleş destnîşan kir erka perwerdehîyê ya di nava civakê de li gor dînamîkên civakê mezin kirina xwendevanan e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Egîtîm Sen bi daxuyanîya ku daye dixwaze Midûrê dibistanê di bin tohmetan de bihêle. Ew agahîyên ku di daxuyanîyê de hatine parvekirin hemû tomet, buxtan û derew in. Egîtîm Sen bi vê daxuyanîya ku da zen kir ku mektebên me yên mîna van di çavên xelkê de reş bike. Lê ev wiha çênebû. Lewra Egîtîm Sen daxuyanîyeke ku ji serî heta binî derew û îftîra ye daxuyand. Xelk piştî her darbeya eskerîyê li van mekteban xwedî derketîye û teweccuh û eleqeyeke mezin nîşanî van mekteban daye.”
“Aqibeta kesên ku li giranîyên dîn tehemul nakin çopgeha dîrokê ye”
Keleş di dawîya daxuyanîyê de wiha got: “Em dixwazin ji wan kesan re bi bîr bînin ku ew zihnîyet û têgihiştina ku li dijî giranîya dînî û li dijî qedr û qiymetên xelkê ne mehkum in ku tune bibin. Her wiha aqibeta kesên ku berî niha li giranîyên dîn tehemul nekirin bû çopgeha dîrokê ku aqibeta vê zihnîyet û têgihiştinê jî wê bibe çopgeha dîrokê.”