Walî Koçak: An ew ê teslîm bibin an jî ew ê bimirin
Walîyê Mêrdînê Omer Faruk Koçak di derbarê êrîşa ku li Kerboranê hatibû kirin de ji rojnamegeran re daxuyanî da û destnîşan kir kesên ku êrîşên mîna van dikin an ew ê teslîm bibin an jî ew ê bimirin.
Li Kerborana navçeya Mêrdînê dema ku wesayîta bi zirx a polêsan derbas dibû wesayîta bombebarkirî hatibû înfîlakkirin û di teqînê de karkerê paqijîyê Remezan Tarî(47) jiyana xwe ji dest dabû.
Walîyê Mêrdînê Omer Faruk Koçak di derbarê êrîşa bombeyî ya ku hat kirin de ji rojnamegeran re axivî. Koçak di axavtina xwe de destnîşan kir êrîş di derdora seat 07.00an de hatîye kirin û di êrîşê de kesekî sivîl ê bi navê Remezan Tarî jiyana xwe ji dest daye.
Koçak di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir êrîş dîsa bi xaîntî hatîye kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew kes bi van êrîşên xaîn nikarin bi ser kevin. Kesên ku van êrîşan dikin an wê teslîmî edaletê bibin an jî wê bimirin.Bila berî kêlîke werin teslîm bibin.”(ÎLKHA)