Serokê Şaredarîya Mezin a Edenê li mîhrîcana araqê xwedî derket
Serokê Şaredarîya Mezin ê MHPyî Huseyîn Sozlu destnîşan kir ku Mîhrîcana Araqê bûye wek kevneşopîyê û mîhrîcana araqê nikare were qedexekirin.
Her weke ku tê zanîn Walîyê Edenê Mustafa Buyuk di derbarê mîhrîcana araqê de destnîşan kiribû mîhrîcana araqê li gor qanûnan ne zagonî ye û ji ber vê yekê ji organizasyona ku wê bê lidarxistin re destûr neyê dayîn.Serokê Şaredarîya Mezin ê Edenê Huseyîn Sozlu piştî daxuyanîya walî ji çapemenîyê re axivî û di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Mîhrîcan nikare bê astengkirin.”
Sozlu di daxuyanîya ku da çapemenîyê de destnîşan kir mîhrîcana ku her sal 12 û 13ê kanûnê tê kirin di nava civakê de bûye wek kevneşopîyekê û bi van gotinên xwe li mîhrîcanê xwedî derket: “Ev organîzasyoneke sivîl e. Di ya rastîyê de mîhrîcanekî wisa tune ye. Ew di nav xwe de dicivin. Tu têkilîya wan kesan, ne bi şaredarîyê re ne jî sazîyan re heye. Li Edenê her kes bi tena serê xwe araqê divexwin. Azadîyên şexsî yên însanan heye. Ji teref tu kesî ve astengî li ber wan nikare were danîn.”
Her weke ku ew ê bê bîr, sazîyên Civakî yên Sîvîl û xelkê Edenê berî niha ji mîhrîcana araqê re bertekeke tund nîşan dabûn. Ji ber vê yekê Walîyê Edenê Mustafa Buyuk di derbarê mijarê de ji TVyeke taybet re axivîbû û destnîşan kiribû ku navê wê çi be bila bibe ferq nake ji wê mîhrîcana araqê ya ku li Edenê dixwaze bê kirin re wê destûr neyê dayîn.
Ji alîyê din ve Huseyîn Sozlu berî niha di axavtina xwe de ji kesayet û şexsîyetên îslamî re heqaret kiribû ku ev heqareta wî bûbû sedema bertekan.(ÎLKHA)