Şexsê ku ji teref polêsan ve hat derbkirin serî li HUR-DERê da
Li Êlihê şexsê bi navê Muslum Mustafaoglu îddîa kir ku ji teref Polêsên Heraketa Taybet ve hatîye derbkirin, heqaret lê hatîye kirin û bi mirinê hatîye tehdîdkirin. Mustafaoglu ji bona şopandina hiqûqê serî li Komeleya Hirîyet û Mafên Însanan a Şaxa Êlihê da.
Muslum Mustafaoglu idîa kir ku di êvara hilbijartina 1ê mijdarê de ji bo ku biçe mala xwe di Xaçerêya Acetlerê de ji teref Polêsên Heraketa Taybet ve ereba wî hat sekinandin. Dûvre hat derbkirin û dûçarê gefa mirin û heqaretê ma. Mustafaoglu, ji bo şopandina hiqûqê serî li HUR-DERa Şaxa Batmanê da.
Mustafaoglu diyar kir ku ji bo vê yekê serî li Serdozgera Komarî ya Êlihê da. Her wiha çû Enqerê û daxwaznameya gazinê ji Serekomarî û Serokwezîrtiyê re şand. Lê hê jî tu bersîvekê erênî bi dest nexistîye. Mustafaoglu ji ber vê yekê ji bo şopandina hiqûqê serî li HUR-DERa Şaxa Êlihê da.
“Ji min re gotin em ê te bikujin”
Mustafaoglu serpêhatîyên xwe yên wê rojê wiha ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re qise kir: “ Ez şeva hilbijartina 1ê mijdarê ji teref Polêsên Heraketa Taybet ve hatim sekinandin. Hatim derbkirin û dûçarê heqaretê bûm. Çek dirêjê min kirin dûvre gule berdan hewayê. Heqaret li min, dayîka min û malbata min kirin. Ji min re gotin ‘ Em ê te bikujin.’ Min tu tiştek xerab nekiribû, lê belê dîsa vê yekê anîn serê min. Min tu sûc nekiribû vê yekê anîn serê min.”
Mustafaoglu ji ber ku ji polêsan kutan xwaribû çû qereqolê da ku gilîya polêsan bike. Lê polêsan wiha gotin: “ Me şehîd dan. Derûnîya wan xerab e. Pêwist e ku mirov wan jî fêm bike.”
“ Min her çiqas parêzer xwest jî bang li parêzer nekirin”
Mustafaoglu diyar kir ku ew çû nexweşxanê û muayene bû. Lê dixtor rapora derbê nedayê. Mustafaoglu dûvre axavtina xwe wiha domand: “Piştî nexweşxanê dîsa ez çûm qereqolê û 4 seat û nîv li qeraqolê min dan sekinandin. Min parêzer xwest lê bang li parêzer nekirin. Her tim hewl dan da ku min biqutifînin. Roja din ez çûm Enqerê. Ez demildest çûm serekomarîyê û serokwezîrtiyê û min şikayeta polêsan kir. Ji min re gotin çi hewce dike, em ê tiştê ku pêwîst be bikin. Lê heta vê gavê ne walî ne midûrtîya ewlehîyê û ne jî qereqolê li min gerîyan. Ji bo ku mijar were şopandin ez hatim HUR-DERê. HUR-DER ji min re alîkarî kir. Ez dixwazim ku ev bêheqî were hel kirin û ji bo ku êdî ev bûyer neqewimin ez dixwazim ku mercîyên têkildar tedbir bistînin.”
“Em ê wek HUR-DERê bibin şopînerê vê mijarê”
Alîkarê Serokê HUR-DERê ya Şaxa Batmanê Parêzer Seyfetîn Taş diyar kir ku ew ê bibin şopînerê vê mijarê û wiha pê de çû: “ Hêzên dewletê rayeyên xwe bihurîne û ji ber tewrên dereqanûnî wan zirar dane Muslum Mustafaoglu. Mustafaoglu ji ber vê yekê mexdûr bûye. Serî li me da. Em ê jî vê mijarê bişopînin. Em ê bibin şopînerê lêpirsîna ku di derheqê berpirsîyaran de hatiye destpêkirin” (ÎLKHA)