Karkerên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dilnerehet in
Her weke ku tê zanîn kesên PKKyî berî vê du rojan bi roketavêjan êrîşî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kiribûn. Ji êrîşa ku ji teref PKKê ve hatibû kirin karkerên nexweşxanê dilnerehet in.
Kesên PKKyî berî vê du rojan bi roketavêjan êrîşî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kirin.Ji ber êrîşa ku hatibû kirin di unîteya dîyalîzê ya nexweşxanê de zirar pêk hatibû û nexweşên dîyalîzê ji nexweşxanê sewqî nexweşxaneyên derdorê hatin kirin. Her wiha karkerên nexweşxanê ji ber êrîşa ku hatîye kirin diltirs û dilnerehet in.
Piştî êrîşa ku ji teref PKKyîyan ve li nexweşxanê hatibû kirin karkerekî nexweşxanê yê ku nexwast navê wî diyar bibe di derbarê êrîşê de destnîşan kir ewlehîya wan a can tune ye û heger rewş bi vî awayî bidome ew ê digel karkerên din tevde îstîfa bikin