• DOLAR 32.417
  • EURO 35.535
  • ALTIN 2324.821
  • ...
Mayina ku li ser rê hatibû bicihkirin teqîya: 21 esker birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin teqîn  li ser rêbeja Diyarbekir û Farqînê li mewqîya gundê Başnîkê pêk hat. Teqemenîya ku ji  teref PKKyîyan ve li ser rê hatibû bicihkirin dema ku otobusa eskerîyê derbas dibû hat teqandin.Di teqînê de yek jê giran tevde 21 esker birîndar bûn.

Ji bona kesên ku birîndar bûbûn rakin nexweşxanê bang li gelek ambûlansan hat kirin. Eskerên ku rewşa wan nebaşbûn jî bi helîkopterê birin Fermandarîya Kolorduya 7emîn ya Diyarbekirê û ji wir jî wan bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Li cihê ku teqîn pêk hat  têketin û derketin hatin qedexekirin û her wiha hat ragihandin li heremê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir