• DOLAR 32.324
  • EURO 35.105
  • ALTIN 2300.905
  • ...
 Li Diyarbekirê ji ber pevçûnan li 4 Camîyan îbadet nikare bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sûra navçeya Diyarbekirê ji teref kesên PKKyî ve kolana hendekan dibe sebeb ku camî  werin girtin. Li navçê 4 camî bi hinceta ewlehîyê ji îbadetê re hatin girtin. Camîyên Kurşunlu, Hacî Hamîd, Kadi û Hasirliyê ji ber ku li taxan pevçûn pêk tên bi talÎmata  Miftîtîyê Sûrê  ji îbadetê re hatin girtin.

Hat dîtin ji ber ku camî ji îbadetê re girtîne xelkê ku dihat camîyan ji ber devê derîyan cardin vedigerîyan.

Her wekê ku wê bi bîran bikeve, heftîya borî roja înê ji ber ku pevçûn destpêkiribûn li camîyan Nimêja Înê nehatibû kirin.

Her wiha ji ber pevçûnên ku pêk hatibûn li Dibistana Navîn a Yavuz Selîm, Dibistana Navîn a Alparslan Îmam Xatîp, Lîseya Anadolu  yê Alparslan û li Dibistana Seretayî ya Mardîn Kapiyê ji perwerdehîyê navbir hatibû dayîn.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir