• DOLAR 32.37
  • EURO 35.013
  • ALTIN 2325.369
  • ...
Li Farqînê êrîş: 1 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Farqînê duh di derdora  11.00an de êrîşa çekdarî  li qehwexaneyekê  hat kirin.Di êrîşê de 4 kes birîndar bûn. Şexsê bi navê Mehmet Gunduz ê  ku di êrîşê de birîndar  bûbû  jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di dema êrîşa ku li qehwexanê  hat kirin de  Mehmet Gunduz bi şiklekî giran,  Abdûlsamed Kesîcî (50), Seyfetîn Kurt(44) û Kutbedîn Çîçek jî bi şiklekî sivik birîndar bûn. Piştî êrîşê, Mehmet Gunduzê ku bi şiklekî giran birîndar bûbû rakirin nexweşxanê. Digel tim midaxaleyan, Gunduz jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku Mehmet Gunduz taksîvanî dikir.

Ji aliyekê din ve hat ragihandin ku li Farqînê di pevçûna ku derket de polêsek birîndar bû û qedexeya derketina derve ya ku berî vê 7 rojan dest pê kiribû hê jî didome. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir