• DOLAR 32.387
  • EURO 35.06
  • ALTIN 2326.519
  • ...
Ji Bangladeşê re banga rawestandina îdaman
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref  Memur-Senê ve di heman wextê de li 81 bajaran hat dayîn de di derbarê mijarê de wiha gotin: “ Em wê terora dewletê ya ku li Cemaeta Îslamîya ku yekîtî  ummet û alema îslamê mudefa dike tê kirin şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku kesên ku piştgirî didin rêvebira Bangladeşê ew jî şirîkê vê sûcê ne. Pêwîst e ku  dev ji vê yekê bê berdan.

Di daxuyaniyê de hat îfade kirin ku di 1971an de şer derketibû û welat hatibû dabeş kirin. Lê Partiya Cemaeta Îslamî bi polîtîkaya xwe ya yekitî re li ber vî qasê  rabû. Ji ber vê yekê rêvebirê zalim a Bangladeşê serokên Partiya Cemaeta Îslamî îdam kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di  Berfanbara 2013an de Mola Abdulqadîr û Nîsana 2015an de jî Muhammed Kamaruzaman ji teref rejîma Bangladeşê ve hatibûn îdamkirin û wiha li daxuyanîyê hat zêde kirin: “ Di pêşîya vê yekê de  Serokê Partiya Cemaeta Îslamî Ghulam Azam jî bi şiklekî dereqanûnî heta ku sax be mehkûmê girtîgehê kiribûn. Lê Azam di 92 salîya xwe de  jiyana xwe ji dest dabû. Rejîma Bangladeşê amadehî dike ku rêvebirên Partiya Cemaeta Îslamî yên din jî îdam bike.”

“Şandina sêpêyê  yê van însanan sûcê mirovahiyê ye”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku him alema îslamê him jî raya giştî ya navneteweyî vê yekê seyr dike. Şandina sêpê yê van însanan  sûcê mirovahîyê ye.  Di daxuyanîyê de her wiha hat xwest in pêwîst e ku demildest dawî li vê yekê bînin.  

Rejîma Bangladeşê Rojavayê ji xwere mînak hildide. Ji ber vê yekê dixwazê  kesên dîndar ji îslamîyetê dûr bixe. Ev yek bi tu wechê nayê qebûlkirin. Armanca wan ev e ku gel ji îslamiyetê sar bikin lê ev rewşa hanê dide nîşan ku wê gel çêtir bihev re hereket bikin û bibin yek.

Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku ev îdamên bêhiqûq zirarê dide Bangladaşê, demokrasîyê, hiqûq, maf û hirîyatên însanan. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “ Ev bûyerên ku di erdnîgara alema îslamê de diqewimin bala Rojavayê nakişîne. Ev yek jî tiştek şaşker nîne. Lê pêwîst e ku  were zanîn ev bûyerên ku li herêma îslamê diqewimin wê roj were li wan jî bide.Kî dibe bila bibe li kû dibe bila bibe ji teref kî diqewime bila biqewimê pêwîst e ku herkes di hemberê vê yekê de bibe yek. Lewra ev sûcek mirovahiîyê ye.”

“Bila qerarên îdamê demildest werin sekinandin”

Di daxuyaniyê de qerara ku hikûmeta Bangladeşê daye hat şermezarkirin û wiha bang li hikûmetê hat kirin: “ Em ji hikûmeta Bangladeşê re bangê aqlêselîmê dikin. Em vê yeka ku zirarê dide derûnîya hindûrê Bangladeşê û tefrîqayê derdixe holê  protesto dikin. Bila xelkê Bangladeşê bizanibe ku em hertim li cem wan in.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî ya navnetweyî, saziyên mafên însanan û rejîma Bangladeşê hat kirin da ku dawî li vê bê hiqûqîyê bînin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir