Li Diyarbekirê 383 kîlo tiryak hat bidestxistin
Li Diyarbekirê di lêgerîna ku di wesayîtekê hat kirin de 383 kîlo tiryak hat bidestxistin.
Hat ragihandin li Diyarbekirê di qamyoneke şikdar de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerîna ku hat kirin de 383 kîlo madeya tevizandinê hat bidestxistin. Kesekî ku têkilîya wî bi mijarê re hebû hat binçavkirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat ragihandin di nava qamyonekê de di nava 13 qartonan de tevde 382 kîlo û 400 gram tiryak hat bidestxistin.
Di daxuyanîyê de kesê şikdar ê ku hatibû binçavkirin ji teref mehkemê ve hat tewqîfkirin.(ÎLKHA)