12 kesên ku tê îddîakirin wê tevlî sefên DAIŞê bûbana hatin girtin
Di kontrolên rê yên ku li navçeya Karkamişa Dîlokê hat kirin de 12 kesên ku tê îddîakirin wê beşdarî sefên DAIŞê bûbana hatin girtin.
Di kontrolên rê yên ku li navçeya Karkamişa Entabê hat kirin de 12 kesên ku tête îddîakirin ew ê beşdarî DAIŞê bûbana hatin girtin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Entabê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat ragihandin di dema kontrola rê de wesayîta bi plakaya 27S 6058 dema ku ekîba cendirmeyan dibîne ji nişka ve dike ku bireve. Ji ber vê yekê cendirmeyan wesayîta ku bi lez direvîya şopandin û demeke şunde digel kesên ku di wesayîtê de bûn bi dest xistin.
Di lêgerîna ku di wesayîtê hat kirin de 12 kesên ku tê îddîakirin ew ê tevlî DAIŞê bûbana hatin girtin.
Navên kesên ku hatine girtin di daxuyanîyê de wiha hat diyarkirin: “Kesên Tirkîyeyî A.K, M.U, H.U, A.K., M.K, H.M.K, F.K, İ.K. û kesên biyanî N.M.K, A.M.K, K.S.N ve A.M.K.
Hat ragihandin di derheqê 12 kesan de tehqîqet hê jî didome.(ÎLKHA)