• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li zindanên Misirê de endamekî Îxvanê jiyana xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin Vahîd Ramadanê ku endamê Partîya Adalet û Hurrîyetê ye li Girtîgeha Ez-Zekazîkê  jiyana xwe ji dest da. Hevserê Ramadanî di derbara mirina mêrê xwe de destnîşan kir mêrê wê ji ber îhmalên tibbî  jiyana xwe ji dest daye. Îzzet Atallaha ku hevserê Vahîdî bû di derbarê mêrê xwe de axavtina xwe wiha domand: “ Bi mêrê min re nexweşîyên sîroz, ulser û yên mîna van hebûn. Ji ber ku bi tena serê xwe nikaribû derkeve mehkemê, hevalên wî Vahîd li ser milên xwe dibirin mehkemê. Heyeta mehkemê jî rewşa mêrê min didît. Me çend caran ji bona ku were tedawî kirin muracatî dozgerîyê kir. Lê belê telebên me bi vî awayî neanîn cî.”

Atallah di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku mêrê wê bêsûç û bêsebeb hatîye girtin û di girtîgehê de dihat girtin.

Her wiha di derheqê mirina  Ramadanî de hê jî tu rayedarên Misirî daxuyanîyek nedane.(ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir