"Divê Hîzbullah jî tevlî pêvajoya nû bê kirin"
Piştî hilbijartinên 1ê mijdarê pêvajoya çareserîyê cardin tê nîqaşkirin, Parêzer û Nivîskar Huseyîn Kurşun di derbarê pêvajoya ku tê nîqaşkirin de destnîşan kir mutleqa divê Cemaeta Hîzbullah û HUDA PAR jî daxilî pêvajoyê bên kirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinan di derbarê pêvajoya çareserîyê de destnîşan kiribû ku êdî pêvajo wê bibe ‘Pêvajoya Biratî û Yekîtîya Netewî.’ Piştî vê gotina Erdogan mijara pêvajoya çareserîyê cardin hat nîqaşkirin. Di derbarê mahîyet û muxatabên pêvajoya çareserîyê de Parêzer û Nivîskar Huseyîn Kurşun nirxandinan kir û destnîşan kir mutleqa divê Cemaeta Hîzbullah û HUDA PAR jî tevlî pêvajoya çareserîyê bên kirin.
Kurşunlu di berdewama nirxandinên xwe de destnîşan kir Cemaeta Hîzbullah nûnerîya giranîyên heremê dike û axavtina xwe wiha domand: “Di pêvajoya çareserîyê de tenê PKK muxatab hat standin û temsîlkarên rastî yên kurdên misliman di pêvajoyê de muxatab nehatin standin. Di vê pêvajoya nû ya çareserîyê de mutleqa divê Cemaeta Hîzbullah û HUDA PAR jî werin muxatab standin.”
“Ez difikirim di warê temsîlkirinê de giranîya Hîzbullah zêdetir e”
Kurşun di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Cemaeta Hîzbullah rastîyeke heremê ye û ev bû 15 sal ku sileh hilnedaye destê xwe û di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Hîzbullah terka silehan kiriye, di warê legal de di çarçoveya komeleyan de fealîyetên xwe didomîne. Cemaeta Hîzbûllah hereketekî bi vî awayî ye. Ji ber vê yekê divê Cemaeta Hîzbullah muxatab were standin. Lewra di warê temsîlkirina xelkê rojhilat de li gor fikra min giranîya Cemaeta Hîzbûllah zêdetir e. Hûn jî dizanin xelkê Rojhilat dîndar û mutedeyyîn in.”
“Hîzbullah nûnertîya giranîyên heremê dike”
Kurşun destnîşan kir Cemaeta Hîzbullah temsîlkarîya giranîyên heremê dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku hûn ji kurdekî bipirsin gelo marksîzîm çi ye ew kes nizane marksîzîm çi ye, lê belê kesê ku nimêj neke jî nimêje baş dizane. Ji ber vê yekê Cemaeta Hîzbullah temsîlkarîya xelkê heremê dike. Cemaeta Hîzbullah weke HDP û PKKê ji xelkê kurd ne dûr e. Lewra HDP û PKK him ji alîyê rih ve û him jî ji alîyê fikrî ve ji xelkê kurd dûr e. Ji ber van sedeman divê bi Cemaeta Hîzbullah re hevdîtin werin kirin. Her wiha divê bi Hereketa Mustez’afan re jî hevdîtin werin kirin. Ev pirsgirêka ku di holê de ye encax bi kirina hevdîtinên komên heremê re û bi kirina îstîşareyên bi rîspîyên heremê re çareser bibe.”(ÎLKHA)