Li Nisêbînê êrîşa bombeyî li polêsan hat kirin: 3 polês û zarokek birîndar
Li Nîsebîna navçeya Mêrdînê polêsan mudaxeleyî kesên ku hendekan dikolan kir, di dema kirina mudaxelê de êrîşa bombeyî li polêsan hat kirin. Di encama êrîşê de 3 polês û zarokek birîndar bûn.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê polêsan xwestin ku mudaxeleyî PKKyîyên ku hendekan dikolin bikin. Di dema mudaxelekirinê de kesên PKKyî êrîşa bombeyî birin li ser polêsan. Di encama êrîşa ku hat kirin de 3 polês û zarokê bi navê Abdusselam D.(14) birîndar bûn.Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer di derdora seat 17.00an de li ser Cadeya Çag Çag li nêzî Navenda Çand a Mîtanî pêk hat.
Kesên PKKyî di derdora seat 17.00an de li ser Cadeya Çag Çag li nêzî Navenda Çand a Mîtanîyê hewl dan da ku hendekan bikolin û barîkatan înşa bikin. Kesên PKKyî wesayîtan sekinandin û dest danîn mifteyên wesayîtan. Her wiha bi çekên lûle dirêj li MOBESEyan reşandin.
Piştî ku bûyer hat bihîstin gelek polês sewqî cihê bûyerê hat kirin. Bi sewqkirina polêsan, kesên PKKyî ji cihê bûyerê bazdan û ketin nava sikakan. Di dema mudaxelekirinê de êrîşa bombeyî li polêsan hat kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 3 polês û zarokê bi navê Abdusselam D. ê ku li ber devê derîyê xwe rûdinişt birîndar bûn. Kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.(ÎLKHA)