• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Komxebata Tecwîdê ya ku li Kastamonuyê hat lidarxistin bi dawî bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Lijneya Kiraat û Lêkolîna Mushafan a Serokatîya Karên Diyanetê Osman Şahîn di derbarê komxebata ku hatîye kirin de daxuyanî ji rojnamegeran re da. Şahîn di daxuyanîya ku da de di derbarê mijarê de destnîşan kir armanca Komxebata Tecwîdê ya ku hatîye kirin civandina alimên kiraat û tecwîdê yên li Tirkîyê ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî ku me alimên kiraat û tecwîdê li hev civand me xwest ku muzakereyên tecwîdê bikin. Bi vî awayî em bingeha komxebetekî navneteweyî ya ku wê di pêşerojê de bê kirin jî hazir kir. Komxebeta me ya tecwîdê, hemd ji Xwedê re ku bi bereket  û gelekî xweş derbas bû.”

“Komxebata ku hatîye lidarxistin wê bi şiklê kitêbê bê çapkirin”

Şahîn di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir  teblîxên ku di komxebetê de hatine kirin  wê di destpêkê de li ser înternetê bên weşandin û dûvre jî  wê bi şiklê  kitêbê bên çapkirin.(ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir