• DOLAR 32.578
  • EURO 35.013
  • ALTIN 2431.08
  • ...
Xelkê Sûrê li ser agir e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sûra navçeya Amedê ji ber ku kesên PKKyî hendekan dikolun û barîkatan înşa dikin xelk di navbera du agiran de maye û newêre biçê malên xwe.

Li Taxên  Fatîhpaşa, Hasirli , Savaş, Cemal Yilmaz  û Dabanogluyê dem dem pevçûn didomin. Ji ber pevçûnan navçê bûye mîna bajarekî ku hatîye terkkirin.

Li ber serê barîkatên ku hatine înşakirin û hendekên ku hatine kolan kesên PKKyî radiwestin.  Kesên PKKyî yên biçekdar  xelkê ku ji wan re bertek nîşan didin jî tehdîd dikin.

Ji ber pevçûnan li Camîyên Hocaoglu, Hasirli û Kadiyê îbadet nikarin werin edakirin û her wiha li camîyan ezan jî nayê xwendin.

Her wiha di nava heftîyê de li Dibistana Suleyman Nazîf, Lîseya Îmam Xatîp a Alparslan, Lîseya Alparslan û Dibistana Mardîn Kapiyê ji ber pevçûnan navbir ji perwerdehîyê re hatibû dayîn.

Kesê S.T. yê ku li Taxa Fatîhpaşayê rûdinişt ji ber kolana hendekan û ji ber înşaya barîkatên li sikaka Mehmet Biyikli mala xwe terk kir û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Mîlîtanên PKKê di destên wan de çekên giran li ber devê derîyê mala me radiwestin. Ji ber endîşeya pevçûna ku îxtîmal e ku ji nişka ve derkeve, me mala xwe terk kir.Di avahîya ku ez lê dimînim de 3 malbat malên xwe terk kirin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir