• DOLAR 32.371
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2325.427
  • ...
Guhertina makeqanûna 82yan pêwîst e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Hur-Derê Dalgin makeqanûna ku piştî derbeya 1980an di 7ê mijdarê de hatibû qebûl kirin nirxand û destnîşan kir  pêwîst e ku zagona bingehîna 82yan were guhertin û dûvre axavtina xwe wiha domand: “ Makeqanûna ku wê were sazkirin pêwîst e ku bi şiklekî berfireh be û maf û heqê her însanî bigire nav xwe.”

Parêzer Dalgin destnîşan kir ku ev qanûn li gel hat ferz kirin û wiha pê de çû: “ Zagona bingehîn a 82yan makeqanûnekÎ faşîst, tekparêz e û  ji teref eskeran ve hatiye tesdîqkirin û ji teref wan ve li gel hatiye ferzkirin. Gel bi her wechê mecbur ma ku vê qanûnê qebûl bike. Bi rastî ev qanûn ji maf, azadî  û sazkirina hizûra însanê dûr e.”

“Pêwîst e ku makeqanûnekê ku azadî, maf û hiqûqê însan din av xwe dihewenî were amadekirin “

Dalgin beyan kir ku pêwîst e ku ev qanûn bersîva hewcetîya însanan bide û wiha pê de çû: “ Dema ku mirov temaşa destpêka makeqanûnê dike mirov baş dibîne ku ev qanûnekî faşîst, û tekparêz e û  ji teref eskeran ve hatiye tesdîq kirin û li gel hatiye ferzkirin. Guhertina vê qanûnê pêwîst e . Dema ku mirov temaşa destpêka makeqanûnê dike merov baş dibine ku ev qanûnek lewitîye. Dema ku ev zagona bingehîn bê saz kirin pêwîst e ku hewcetîya gel li ber çavan werimn hesibandin.”

Dalgin diyar kir ku demildest pêwîstî bi zagonek bihgehîn heye û dûvre nirxandina xwe wiha domand: “ Mafên ku ji makeqanûnê der tê pêwîst e ku girgîntir bibe. Çi misliman bibe çi nebe pêwîst e ku zagonek bingehîn a ku mafê hemî qewman bergeh dike bê amade kirin. Ev yek hewcetiyek teqebez û girîng e. Temînkirina vê hewcetiyê zehf girîng e”.

 “Heke hikûmet pergala wezîrtiyê bavêje pêş wê lihevhatin çênebe”

Dalgin anî bibîr daxwaziya hikumetê ev e ku pergala wezîrtiyê bîne. Ji ber vî yekê dixwaze ku ji nû ve  makeqanûnekî saz bike û wiha pê de çû: “Heke hikûmet pergala wezîrtiyê bavêje pêş, wê lihevhatin çênebe. Pêşîya her tiştî mesela ku were hal kirin pergala wezîrtiyê nîne. Eger pergala wezîrtiyê ji heq û mafên civakê re bibe asteng, kesên din vê yekê qebûl nakin. Lê heke hikûmet wezîrtîyê bavêje pêş û amade kirina makeqanûnê dîsa bi paş de bavêje him hikûmet him jî gel dê  jê zirarê bibîne.”

“Pêwîst e ku ji hesasîyetên xelkê haydar bin”

Dalgin diyar kir pêwîst e ku hay ji hestyariya gel hebin û dûvre wiha li axavtina xwe zede kir: “ Pêwîst e ku  fikr û ramana kî çi dibe bila bibe giramî bidin hev. Kî dibe bila bibe pêwîst e ku hestiyariyên herkesî bidin ber çavên xwe û  dûv re zagona bingehîn  amade bikin. Pêwîst e ku li Tirkiyeyê ji bo her ciwakê makeqanûnek were saz kirin.”  

“Gotina, ji ber ku Serokatî tune ye Tirkîye pêş ve naçê  ne rast e”

Dalgin di dawiya axavtina xwe de van yekan got : “ Komara Tirkîyê dikare hikûmetê saz bike. Êdî hewcetî ji koalîsyonê re tûne. Serokmar Erdogan ji bo pêşve çûnê çi bixwaze dikare bike. Lewra ji bo vê yekê tu asteng tune ye. Gotina ‘Ji ber ku serokatî tüne ye Tirkîye pêş ve naçe ‘ ne rast e. Edî bila dev ji makeqanûna ku netewehez, neteweperwer, nîjadperest û faşîst  bê berdan. Bi şiklekî qetî pêwîst e ku makeqanûn were guhertin.”(ÎLKHA)

 

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir