Li Tetwanê di sergirtina malan de cebilxane hat bidestxistin
Li gundê Komsêya girêdayê navçeya Tetwana Bedlîsê li 4 malan operasyon hat kirin. Di operasyonan de cebilxane hat bidestxistin.
Hat ragihandin ku Li gundê Komsêya girêdayê navçeya Tetwana Bedlîsê li 3 malan operasyon hat kirin. Di operasyonan de cebilxaneyên PKKê hat bidestxistin û 4 kes hatin binçav kirin.
Ji teref Walîtiya Bedlîsê ve di derbarê mijarê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gundê Komsêya ku girêdayê navçeya Tetwanê ye operasyon hatîye kirin. Di operasyonên ku hatine kirin de cebilxaneya PKKê hat bidestxistin û 4 kes jî hatin binçavkirin.
Di domahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin 3 çekên lûledirêj, 3 debance, 4 çekên nêçîrê yên bê ruhset, hezar 227 berikên keleşê, 69 fişekê M-1ê, 364 berikê debancê, 2 êlekê erîşê û çentekî piştan hat bidestxistin.(ÎLKHA)