Li Farqînê qedexeya derketina derve hê jî didome
Ev bû 5 roj ku li Farqîna navçeya Amedê derketina derve hatîye qedexekirin. Ji ber berdewamkirina qedexe heyat sekinîyê.
Qedexeya derketina derve ya ku li Taxên Tekel, Mezcîd û Konakê hatibû îlankirin ev bû 5 roj ku hê jî berdewam dike. Li taxan li cihên lê pevçûn pek tên 5 camî ji kirina îbadete re û 5 mekteb jî ji dayîna perwerdehîyê re girtîye.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxên Tekel, Mescîd û Konakê ev bû 5 roj ku av naherikin û ceyran jî qutkirîne. Ji ber van kêmasîyan hemwelatîyên li navçê zehmtîyên mezin dikşînin û şepirze dibin. Hat hînbûn li navçeya ku erzaq jî li ber xelasbûnê ne pevçûnên bi şidet cardin dest pê kirin.(ÎLKHA)