• DOLAR 32.586
  • EURO 34.813
  • ALTIN 2412.453
  • ...
"Mifteyên dikan û malên xwe ji me re berdin û biçin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Sûra Diyarbekirê li Taxa Fatîhpaşayê di navbera polês û kesên PKKyî de pevçûn hê jî didomin. Di pevçûnên ku pêk hatin de polêsk birîndar bû.Her wiha kesên dikandar jî ji pevçûnan acizîyên xwe anîn ziman û wiha destnîşan kirin: “Em ji wan re dibêjin êdî bes e hendekan nekolin. Ew jî ji me re dibêjin ku mifteyên dikan û malên xwe ji me re bihêlin û herin ji vir.”

Li taxê dem dem pevçûnên dijwar hê jî berdewam dikin. Sikak bi kincên spî tên girtin û dikandar jî mecbûr dimînin ku dikanên xwe bigirin. Ji ber pevçûnan dikandar êdî hatin qaqa reş û bertek ji pevçûnan re nîşan dan.

Dikandarekî ku nedixwest navê xwe eşkere bike destnîşan kir ji ber pevçûnên ku derketine ew mexdûr bûne û ev bû 3 roj ku wî dikana xwe girtîye. Dikandar ji vê rewşa pevçûnê re wiha bertek nîşan da: “Êdî bes e. Di wan pevçûnên ku berî hilbijartinan li vir derketibûn de camên dikanên min  şikestibûn û nava dikana min tertûbela bûbû. Min hê nû camên dikanên xwe lê xistibûn ku di pevçûnên duh de cardin şikestin. Êdî em aciz bûn. Xwedê Teala bela wan kesên ku ji vî tiştî re dibin sebeb bide.”

“Ji me re dibêjin mifteyên dikan û malên xwe bidin me û herin ji vir”

Dikandarekî din ê ku ji axavtinê xwe dida paş di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir ‘Bi dîqet bin , dibe ku hinek kes me bişopînin’ û di nava tirs û endîşê de derd û kulên xwe wiha anî ziman: “Êdî hilbijartin jî xelas bû û her du teref jî tiştê ku dixwastin bi dest xistin. Em naxwazim li taxa me hendek werin kolan. Me zen kir bi xelasbûna hilbijartinan êdî wê pevçûn jî xelas bibin. Ez fêm nakin ka kî çi dixwazî. Ev bû 3 roj ku dikanên me girtîne û em zirarê dibînin. Xwedê Teala bela wan kesên ku ji vî tiştî re dibin sebeb bide.Em ji wan re dibêjin êdî bes e, hendekan nekolin . Lê ji me re dibêjin ‘Mifteyên dikan û malên xwe bidin me û ji vir herin.’(ÎLKHA)

 

 

 

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir