Hevserokên Şaredarîyê ji ber zextên PKKê wezîfeya xwe terikandin
Hat îddîakirin li navçeya Bazîda Agirî Hevserokên Şaredarîya DBPyî ji ber zextên PKKê ev bû du meh ku wezîfeyên xwe terk kirine.
Hat îddîakirin li Navçeya Bazîda Agirî Hevserokên Şaredarîya DBPyî Parêzer Rohat Ozbay û Delal Tekdemîr ji ber zêxtên PKKê wezîfeyên xwe terikandine.
Hat destnîşan kirin ku ev bû du meh ku her du hevserok jî li Bazîdê ne , lê belê qet nehatine serê karê xwe. Hat diyarkirin hevserokên şaredarîyê ji ber ku daxwazên PKKê bi cî ne anîne û ji bona kolanan hendekan mekîne nedane wan ji teref PKKê ve ji wezîfê hatine girtin.Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin endamên meclîsê hatine şûna wezîfeya hevserokan û hat îddîakirin ev bû du meh ku di bin evrakên fermî de di şuna îmzeya hevserokan de yên wekîlên wan heye.
Her wiha hat ragihandin ji teref MKYKya DBPê ve di derheqê hevserokan de ji ber kirina bêrêtîyê lêkolîn hatîye destpêkirin.Hat diyarkirin lêkolîna ku ji teref DBPê ve di derheqê hevserokan de hatîye vekirin ji bona girtina pêşîya bertekên ku wê ji teref xelkê ve bê nişandan in.(ÎLKHA)