• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
 "Serbestîya tesetûrê pêwîst e ku bikeve bin temînata makeqanûnê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê TES-ÇAGê Mehmet Duyu destnîşan kir ku  pêwîst e serbestîya tesetûrê bikeve bin temînata makeqanûnê. Duyu balkişand ku damezrênerên  Tirkîyê hewl didan ku civakê laîq bikin û herba wan kesan ê herî mezin bi kesên dîndar û ehlê hîcabê re bû.

Duyu, diyar kir ku bi darbeyên 12ê îlonê û 28ê sibatê ji îslamê re herb vekirin û axavtina xwe wiha domand: “ Bi derbeya 12 îlonê re cûnteya eskerî serkêşîya Tirkîyê kir. Bi vê yekê re dûbare dijmintîya tesetûrê geş bû. Di rojname, fîlm, kovar, radyo û sînemayan de hertim mijarên ku dijî fitreta însan e hildan destê xwe. Ji bo ku pîrekên misliman ji hîcabê dûr bixin zext li wan kirin. Bi derbaya postmodernê re vê yekê derxistin asta herî bilind. Hişmendîya rêvebir û artêşê di wan rojan de nehêştin ku birayên me herin zanîngehê. Wan ji dibistan û zanîngehan xistin der. Odeyên îqnakirinê hatin saz kirin. Derûnî û madîyên cûr bi cûr hat lidarxistin.

Duyu berdewama axavtina xwe de  destnîşan kir ku di wextên derbeyan de ne tenê kesên dîndar  her wiha kesên din jî mexdûr bûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xwendekarên zanîngehê koçî Ewrûpayê kirin. Kesên ku memûr bûn ji karên xwe hatin avêtin. Ji ber ku jinên wan bi tesetûr bûn efser û binefser ji îş hatin avêtin. Dewrên pirr dijwar hatin dîtin.”

Heke serbestîya hîcabê nekeve   bin temînata makeqanûnê wê heman pirsgirêk dîsa were dîtin. Duyu îfade kir ku ji bo ev pirsgirêk dûbare neyê dîtin  pêwîst e ku serbestîya tesetûrê bikeve bin temînata makeqanûnê.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir