• DOLAR 32.397
  • EURO 35.097
  • ALTIN 2326.303
  • ...
Li Sûrê pevçûn didomin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Sûra Amedê ji ber ku PKKyîyan ji nû ve barikat saz kirin û hendekan kolan doza pevçûnan zêdetir bû.

Hat ragihandin ku dengê çekan qet nesekinîye û li  taxên Fatîhpaşa, Hasirli û Savaş; û  her wiha di taxên Cemal Yilmaz û Dabanoglu de şer didome.Hat diyar kirin ku ji ber pevçûnan gel ji malên xwe dernakevin û hinek kesên ku ji bo mêvantiyê hatibûn navçê di navçeyê de dorpêçkirî mane.

Hat dîtin ku  polêsên ku midaxaleyî PKKyîyan dikirin li serê  hinek cade û kolanan heşidîne û her wiha hat hînbûn li Îmam Xatîba Alparslanê, Amadeyîya Anadoluya Alparslanê û Dibistana Pêşî ya Suleyman Nafîzê  perwerdehî nayê dîtin.

Ji ber ku rageşî zêde bûne gel endîşe dike ku ji nû ve şer derkeve. Her wiha hat zanîn ku çendîn malbat malên xwe terk kirine û hinek malbat jî bi sedema tirsa qedexeya derketina derve hewimî ser markêtan.

Ji aliyekî din ve hat ragihandin  ku  gel hendekên ku ji teref PKKyîyan ve tên vedan asteng dike. Lê PKKyî ji ber ku zextan  li  xelkê dikin ji nû ve  barîkat û hendekan saz dikin.















Bu haberler de ilginizi çekebilir