• DOLAR 32.372
  • EURO 34.986
  • ALTIN 2325.51
  • ...
Azana ku  xelkê Rûm jê re hurmet nîşan dide xelkê Kibrisê  jê re bêhnteng e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Komara Tirk a Qibrîsa Bakûr bi  hinceta ku xwendina azanê xelkê aciz dike doz hat vekirin. Di biryara ku ji teref mehkemê ve hat dayîn de di 3 mizgeftan de bang dana sibe ya ji haqporlerê hat qedexekirin. Ev yek ji teref Serokê Giştî yê Dîyanet-Senê Mehmet Bayraktutar  ve bi daxuyaniya nivîskî hat şermezarkirin. Bayraktutar di daxuyaniyê de wiha destnîşan kir: “ Wek  ku Mehmet Akîf dibêje ‘Ev bangên hanê bingeha dîn in û  pêwîst e ku bêdawî li ser welatê min werin xwendin’ ez helbesta wî bi bîr tînim  û vê bûyera bangê ya ku qewimîye li ser navê sendîqaya xwe şermezar dikim. Ji aliyê din ve ev yek ji mucahîdên ku şehîd bûne re bêbextîye.”

Ew banga ku xelkê Rûm hurmet didîyê xelkê Qibrîsê jê re bêhnteng e

Alîkarê Serokê Giştî yê Memûr-Senê û Serokê Giştî yê Dîyanet-Senê Mehmet Bayraktutar wiha pê de çû: “ Hurmeta azadîya ji bawerîyê re di binyada gerdûnî ya mislimanan de heye. Em dibînin ku ji Lefkoşayê heta derîyê Gîrneyê her sibe misliman tehemûla denge zengila Rûman dikin û piranîya Rûman jî tehemûla dengê banga mislimanan dikin. Lê helwesta bêhntengiya xelkê Kibrisê yê misliman zişt û bêastîyê bi xwe re tîne. Qibris ne tenê perçeyekî axê ye, di heman demê de warê şehîdan e. Ez ji vir bang li kesên ku edebîye ji bîr kirine dikim : Ew ji kî re parêzerî dikin bila bikin bila bizanibin ku wê em jî heta ev giyan di vî tenê de be, parêzerîya vê dînê bikin.”

 “ Çanakkale çi be Qibris jî ew e”

Bayaraktutar di daxuyaniyê de  destnîşan kir ku ji bo mislimanek, Çanaqale bi çi şiklê hatiye bidestxistin Qibrîs jî bi heman awayî her dû civakên ku birayên ku beramberê hevdu bedel dane hatiye bidestxistin. Dûvre axavtina xwe wiha domand : “ Me di 74an û pêşîya wê de di hemberê Rûmên ku dixwestin azanê bidin kerkirin de wek mucahîdan micadele da. Ew bedela ku li wir hat dan ji bo ku al bêdawî were pêldan û azan jî hertim were xwendin bû. Ev bê edebî,  xwedî  lê nederketina  esker û mûcahîdan e.”

“ Me azanên ku berî vê 55 sal  Tirkîyê girîyandibû ji bîr nekir”

Bayraktutar wiha dawî li axavtina  xwe anî: “ Biryara mehkemeya ku KTKBê daye, alema îslamê  pir xemgîn kiriye. Pêwîst e ku demildest dev ji vê biryarê were berdan. Me azanên ku berî vê  55 sal Tirkîyê girîyandibû ji bîr nekir. Pîştî qedexa azanê dema ku peyva ‘ Allahûekber’ hat sehkirin herkes derketibû derve. Wek azana Bîlalê Hebeş hêsir rijandibûn. Dîrok ji me re pend û şîret e.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir