• DOLAR 32.345
  • EURO 35.136
  • ALTIN 2311.18
  • ...
Li Diyarbekirê otobusên şaredarîyê rêwîyên bi çarşef hilnagirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê hinek şofêrên  karguzar ên otobusên şaredarîyê,  pîrekên bi çarşef hilnagirin otobusê. Pîrekên bi çarşef ên rêwî  li semta Şehîtlîka Yenîşehîrê  ji teref ajokarên otobusên şaredarîyê ve bizanebûn li otobusan nayên hilgirtin. Pîrekên bi çarşef di derbarê mijarê de destnîşan kirin  ew ji bona ku otobus bisekine destê xwe ji ajokar re rakirine, lê belê ajokarê otobusê bizanebûn nesikinîye û wan hilnegirtîye otobusê. Pîrekên rêwî her wiha gotin ku ev tişt her tim dubare dibe.

Bûyera sosret ê ku qala wê tê kirin 4ê mijdara 2015an  di seat 16.00an de li 108emîn sikaka Şehîtlîkê pêk hat. Pîrekên ku mexdûr bûne di derbarê mijarê de destnîşan kirin ji ber ku ew bi çarşef in ji teref ajokarên otobusên şaredarîyê ve bizanebûn û bi qestî li otobusan nayên hilgirtin.

Ji pîrekên rêwî ya ku mexdûr bûye Senîha P. di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji ber ku em bi çarşef in hinek şofêrên otobusên şaredarîyê me hilnagirin. Ji bona ku bisekinin em destê xwe ji wan re radikin û ew jî me dibînin. Lê belê nasekinin. Em hewl didin da weke ku Xwedê ji me xwestîye bijîn. Niyeta me heyateke îslamî ye. Ji ber ku tesettura me çarşef e bi vî awayî hereket dikin. Em gelek caran rasta vê rewşê tên.”

Ji kesên mexdûr Ozlem K. jî di derbarê mijarê de diyar kir dema ku ew ji bazarê vedigerîyan otobusê şaredarîyê ji bona zarokan sekinîye, lê belê her çi qas ew ji ajokar re ji bona bisekinî destê xwe rakirin bin jî ajokar nesekinîye û axavtina xwe wiha domand: “Ji ber ku em çarşefê li xwe dikin wiha dikin. Xwe kirina çarşefê û bi cî anîna emrê Xwedê Teala gelo sûc e?  Her tim bi vî awayî li me dikin . Em destê xwe radikin, lê belê ew kes nasekinin. Heman ajokarên otobusên li cihên ku em disekinin her tim hemû kesî li otobusê hildigirin.Lê belê dema ku çav li me dikin nasekinin û me hilnagirin. Ev zihnîyet berî niha di qadên cuda de heqaret li çarşefê kirin. Ev dijmintîya wan jî ji wir tê. Em kesên ku me mexdûr dikin hewaleyî Xwedê Teala dikin.”

 

Di bunyeya Şaredarîya Mezin a Diyarbekir yê ku her tim îddîa dike li dijî şiddeta ku li jinan tên kirin e û her tim bi aktîvîteyên cuda cuda îddîa dike ku li ba pîrekan e, pêk hatine bûyerên sosret ên mîna van bêsamîmîyeta şaredarîyê nîşan dide.

Xelk ji vê muameleya ku li pîrekên bi hîcab û bi çarşef tên kirin re bertek nîşan dan û tê meraqkirin ka rayedarên şaredarîyê ji bona vê rewşê wê gavekî çawa bavêjin.

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir