Li Qibrisê xwendevan ji qedexekirina azanê re bertek nîşan dan
Komek xwendevanên zanîngehê li Lefkeya Qibrisê piştî nimêja sibe li hev civîyan û qerara mehkemê ya qedexekirina azanê protesto kirin.
Li Lefkeya Qibrisê parêzerek ji ber hinceta acizbûna ji azanê serî li mehkemê da, mehkema di encama serîlêdanê de qerarekî sosret da û azanê qedekir. Ji dayîna qerara qedexekirina azanê re bertek hê jî didomin.
Li Lefkeya Qibrisê parêzara bi navê Feza Guzeloglu ji bona azana sibê were qedexekirin muracaatî mehkemê kir, serîlêdana Feza hat qebûl kirin û ji teref mehkemê ve azan hat qedexekirin.Di encama serîlêdana Parêzer Feza Guzeloglu da ji teref mehkemê ve li Camîyên Pîr Paşa ,Şêx Nazim û li Camîya Aşagiyê xwendina azanê hat qedexekirin. Komek xwendevanên zanîngehê li Camîya Pîr Paşa li hev civîyan û ji qerara mehkemê re bertek nîşan dan.
Xwendevanên ku di nimêja sibê de li camîyê civîyan nimêja sibê bi cemaet eda kirin û dua kirin. Piştî nimêjê, xwendevan li hewşa camîyê kom bûn û afîşên ku li ser wan nivîsa ‘Dest nede azana min’ dihat nivîsandin vekirin û ji qerarê bertek nîşan dan.
Di dema protestoyê de kom, bi hevdu re ji Sûreta En’amê ayeta ‘Bibêje: Nimêj, îbadet û mirina min ji bo Rebbê aleman re ye.’ bi deng xwendin û pişt re jî bi şiklekî bêdeng belav bûn.(ÎLKHA)