• DOLAR 32.351
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2308.823
  • ...
Ji xeberên ku azadîya hîcabê dixin hedef re bertek hat nişandan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hakimekê ji ber ku bi hîcaba xwe beşdarî celseyan dibû hinek organên çapemenîyê vê rewşê weke reweke sosret nîşan dan. Ji ber vê yekê hinek parêzer, tevlî hîcabê beşdarbûna celse wek sosretbûnê nişandan re bertek nîşan dan û destnîşan kirin, tu qedexe ji bona ku hakim tevlî hîcabên xwe têkevin dozan tune ye.

Di derbarê mijarê de Parêzer M. Şefîk Kocaaga wiha got: “Bi van xeberên ku tên weşandin azadîya hîcabê tê hedef standin. Li gor qanûn û mewzûatên niha tevlî hîcabê berşdarbûna hakim û dozgeran a li dozê neqedexe ye. Her wiha li welatekî misliman pêwîst e ku hakimek bi hîcab beşdarî dozê bibe. Di vê mijarê de weşandina xeberên mîna van û astengkirina hîcabê beyhude ye.”

“Zihnîyeta qedexeker hê jî êrîşên xwe didomîne”

Kocaaga di derbarê mijarê de destnîşan kir ew zihnîyeta qedexeker çawa ku li wan demên berê dema ku firsedê didît ji xwendevanên ku bi hîcab bûn re dibûn asteng da ku nekevin îmtîhanan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ewlehîya hîcabê bi qanûnan were sazkirin.  Lê belê dema ku em li qanûnan  dinêrin, em tu qanûna ku hîcabê qedexe dike nabînin. Bûyer ji  teref hinek çapemenîyan ve wek sosretbûnê tê nişandan. Ev tiştekî nexweş e. Jixwe ev zihnîyeta qedexeker her firseda ku dîbîne de êrîşên xwe didomînin. Di wextê wê de ev zihnîyeta qedexeker nedihişt xwendevan tevlî hîcabên xwe  beşdarî îmtîhanan bibin û ji wan re dibûn asteng. Êdî berdewamkirina van qedexeyan ne minkun e. “

Her weke ku tê zanîn berî vê çendakî Dadgeha Bilind ji bona ku hakim û dozger karibin bi hîcabên xwe wezîfeyên xwe bidomîn, muracaatî HSYKyê kiribû, di encama muraacatê de di wextê kar de ji nixumandina hîcabê re destûr hatibû dayîn.(ÎLKHA)

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir