Li Qibresê azan hat qedexekirin!
Li Lefkeya Qibrisê parêzerek ji ber hinceta acizbûna ji azanê serî li mehkemê da, mehkema di encama serîlêdanê de qerarekî sosret da û azanê qedekir
Li Lefkeya Qibrisê parêzara bi navê Feza Guzeloglu ji bona azana sibê were qedexekirin muracaatî mehkemê kir, serîlêdana Feza hat qebûl kirin û ji teref mehkemê ve azan hat qedexekirin.
Di encama serîlêdana Parêzer Feza Guzeloglu da ji teref mehkemê ve li Camîyên Pîr Paşa ,Şêx Nazim û li Camîya Aşagiyê xwendina azanê hat qedexekirin.
Hat diyarkirin heta ku doz bi dawî bibe wê li temamên camîyan azan bên xwendin.
Serokê Karên Dîn ê KKTCê: “Azan nikare were qedexekirin”
Serokê Karên Dîn Talîp Atalay di derbarê qedexekirina azanê de destnîşan kir ew xeberên ku di derheqê azanê de derketine ne rast in û wiha got: “Li KKTCê azan nehatîye qedekirin û nayê qedexekirin jî. Li Camîyên me wê weke her tim azan were xwendin.”(ÎLKHA)