• DOLAR 32.553
  • EURO 34.889
  • ALTIN 2426.89
  • ...
Di OSYMê de operasyona kopiyayê: 3 binçav
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di tîrmeha 2010an de ji ber idîayên ku kopî hatibû  kişandin pirsyarî dest pê kiribû. Di vî bergehê de li unîteyên amade kirina pirsan operasyon hat kirin.

Operasyon bi telîmata  Dozgerê  Komarî Yucel Erkam ê ku pirsyarîyê bi rêve dibe hat lidar xistin. Di vê operasyonê de 3 kes hatin binçav kirin. Her wiha lêkolînên li ser kompîtirên unîteyan jî didome.

Hat diyarkirin ku 3 kesên ku hatine binçav kirin pêşdetir di unîteyên amadekirina pirsên OSYMê de dixebitîna. Lê niha tu eleqa wan bi liwê re tuneye.

Hat zanîn ji ber ku gumanbar di unîteyên amadekirina pirsên OSYMê de dixebitîna operasyon hatiye lidar xistin û li ser kumpîtirên wan tehqîqat dest pê kirîye.

Pêşdetir derbarê vê yekê  de lêpirsîn dest pê kiribû û 5 car operasyon hatibû kirin û çendîn kes hatibû girtin. Lê kesên ku hatibun girtin di pêvajoya mehkemê de hatibûn serbest berdan.

Di 10 û 11yê tîrmeha 2010an de ezmûna KPSSê hatibû kirin. Di beşa zanistîya perwerdehîyê de 350 kes bersîva hemû pirsan dabû. Piştî vî yekî kesên ku kopî kişandibûn hatibun zanîn. Dûvre îmtîhan di 31ê cotmeha 2010an de hatibû dûbare kirin. (ÎLHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir