• DOLAR 32.524
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2424.17
  • ...
Li Êlihê di 3 penagehên PKKê de cebilxane hat bidest xistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Operasyon ji teref Komandariya Cendirmeyê ya Wîlayeta Êlihê hat lidar xistin. Hat ragihandin ku di operasyonê de  di 3  penagehên ku yê PKKê ne de cebilxane hat dîtin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Êlihê hat dayîn de hat ragihandin ku operasyonên ku li ser PKKê tê kirin bê navber didome.

Daxuyaniya Walîtiyê wiha hat domandin: “ Li navçeya Qebilcewza Êlihê gundê Heybelî operasyon hat lidar xistin. Di operasyonê de 3 penagehên PKKê hat dîtin û di wan penagehan de lêgerîn hat kirin û di dawîya lê gerînê de 2 hezar û 580 cebilxaneyên  keleşkofê, 225 cebilxaneyên bîksîyê, 3 narincok, 5 şarjorên keleşê, belgeyên rêxistinê û zexîre (ard, şekir, birinc, savar, xwê û her wekî din) hat bidest xistin. Zexîreyên ku hat dîtin bi telîmata Serdozgerîya Komarî ya Qebilcewzê  hat îmha kirin. Ji bo endamên rêxistinê yê ku ji wir revîne bên girtin operasyon didome. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir