• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Silopîyê li 8 camîyan îbadet nikare bê kirin û li 7 mekteban jî perwerdehî nikare were dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Piştî hilbijartinên 7ê hezîranê û nexasim piştî teqîna ku li Sirûcê pêk hat re li giştê heremê alozî, bûyer û tevlihevî rû dan û demeke dirêj jî berdewam kirin. Ev alozî û tevlîhevî di warê civakî , derûnî û aborîyê de tesîreke neyînî li ser xelkê heremê hişt.

Di vê pêvajoya bûyer û alozîyan de nexasim li navçeya Silopîya Şirnexê mexdûrîyetên gelek mezin pêk hatin. Ji xeynî kolana hendekan û danîna barîkatan li navçê li 8 camîyan îbadet nikare bê kirin û li 7 mekteban jî perwerdehî nikare bê  dîtin.

Bûyerên tundîyê li ser derûnîya zarokan tesîreke neyînî dihêle

Hendekên ku tên kolan , barîkatên ku tên danîn li Kurdistana Bakur çawa ku di qada aborî û civakî de tesîreke neyînî bihêlî jî ya herî girîng ev alozî, tevlihevî û her wiha kolana hendekan û danîna barîkatan li ser zarokan û perwerdehîya wan tesîreke neyînî dihêle û ji bona wan dibe sedemên pirsgirêkên cûrbercûr.

Kolanên hendekan herî pêşî li navçeya Cizîr û Silopîya Şirnexê li taxên dûrî navenda navçeyan dest pê kirin û hêdî hêdî bi rexê navendê ve dirêj bûn. Di vê pêvajoyê de mekîneyên şaredarîyê di kolanên hendekan de hatin bikarnîn. Bi vî awayî kesên PKKyî xwestin ku Kurdistana Bakur jî bixin mîna Kobanê.

Malên ku hatine terkkirin wek baregah hatin bikaranîn

Ji ber ku li 8 taxên Silopî bi şiklekî zêde hendek hatin kolan û barîkat hatin danîn xelkê taxan nikaribûn biçin malên xwe. Xelkê ku nikaribû biçê malên xwe yan diçûn ba naskirîyekî xwe yan jî mecbûr diman navçê terk bikin.  Kesên ku nikaribûn malên xwe terk bikin jî bûne êsîrê wijdanê PKKê.Her wiha kesên PKKyî malên ku hatine terkkirin wek baregah bikar tînin.

Ji ber ku ewlehî li heremê nikare were sazkirin û ji ber bûyerên tundî yên PKKê  xelk ji pêşeroja xwe û yên zarokên xwe ditirsin û her roja ku derbas dibe jî tirsa wan a di vî warî de zêdetir dibe.

Zarokên ku perwerdehîyê dibînin ji ber bûyerên ku pêk tên tesîreke neyînî ji wan bûyeran digirin.

Li navçeya Silopîya Şirnexê li mektebên Şehîd Harun Boy, Karşiyaka, Yeşîltepe,Barboros, Başak, Nuh , Cudî, Dibistana 23 Nîsan , Dibistana Sevgîyê, Dibistana Gazîpaşa, Dibistana Yavuz Selîm, Dibistana Fatîh, Dibistina Cumhurîyet û li Dibistana Navîn a Cumhurîyetê ji ber bûyer û tundîyên ku pêk  hatine navber ji perwerdehîyê re hat dayîn. Navber dayîna perwerdehîyê  bû sedemê gelek pirsgirêkên mezin .

Li hinek mektebên ku behsa wan hat kirin ji teref PKKyîyan ve wek baregahê tên bikaranîn û li hinek ji wan jî direfş û alên PKKê tên daliqandin. Her weke ku tê zanîn  7ê cotmeha 2015an li 6 mektebên ku hendek li ber wan hatibûn kolan ji teref kesên PKKyî ve  29 mamoste hatibûn revandin û ji ber vê revandina mamosteyan Wezareta Perwerdehîya Neteweyî li van 6 mekteban perwerdehîyê dabû sekinandin.

Ji xeynî pirsgirêka perwerdehîyê her wiha li camîyên  navçê jî xelk nikare îbadetên xwe bikin. Lewra ji vî tiştî re kesên PKKyî dibin asteng. Ew kesên PKKyî him nahêlin azan bê xwendin û him jî ji hoparlorên camîyê sirûd û marşên PKKê lê dixin û bi vî awayî xelkê misliman aciz dikin.

Li heşt camîyan îbadet nikare bê kirin

Li Silopî li camîyên bi navê Hz. Bîlal-î Habeş, Kevser , Medîne,  Mezarlik,Fazîlet,  Hz. Hamza, Hz. Omer û li Camîya Fîrdevsê ji ber ku  li ber wan hendek hatine kolan , barîkat hatine danîn û ji ber tunebûna ewlehîyê ev bû demeke dirêj ku xelk nikare îbadetên xwe li van camîyan bikin. Ji xeynî van tiştan li gor şahidên bûyerê û li gor agahîyên ku hatine bidestxistin kêsên PKKyî Camîya Hz. Hamza wek bargeh ango qerargahê bi kar tînin û her wiha pîreka ku berpirsîyarê PKKê ya bajêr jî gelek caran li camîyê radize.

Her wiha li gor agahîyên ku hatine bidestxistin kesên PKKyî wêneya Abdullah Ocalan  bi Camîya Fîrdewsê ve daliqandine û li Camîya Mezarlikê jî PKKyîyê bi navê Welat jî  flamayên PKKê bi camîyê ve daye daliqandin. Li navçê evqas bûyer û alozî pêk tên û xelk jî ji van tesîreke neyînî digire. Lê belê xelk ji ber zext û zordarîyên ku tên kirin naçar ji cihê ku rûdinin li bûyeran temaşa dikin.

 “Ev bû 5 meh ku em li camîya xwe nikarin nimêj bikin”

Kesê bi navê S.Ç. ê ku li navçê dijî geşedanî û bûyerên ku li navçê qewimîne û  diwemin  wiha anî ziman: “Li vê camîya ku rojê 5 caran azan dihat xwendin a  niha marş û sirûdên PKKê tên xwendin. Camîyên me bûne wek cebilxanê. Melayên me nikarin nimêj bidin kirin . Ev bû 5 meh ku li camîya me nimêj nikare bê kirin. Zarokên me ji bo hînî Qur’anê bibin nikarin biçin camîyê. Lewra tu kes tune ye ku dersa Qur’anê bide wan. Êdî tu kes nemaye. Di destên me de tenê îbadetên me mane. Heger ew jî ji destên me here êdî em bimirin çêtir e “

“Heger ew bombe biteqî ez û zarokên xwe dê bimirin”

Hemwelatîyekî din ê bi navê R.K. di derbarê mijarê de destnîşan kir ku li ber şibaka wî bombe hatîye bicihkirin û heger ew bombe biteqî ew û zarokên xwe wê bimirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez rica dikim ku êdî bila vê mexdûrîtîya me bibînin û pişt guh nekin. Em di rewşeke gelekî zor û zehmet de ne. Heger ew bombeya ku hatîye bicihkirin biteqî ez û zarokên xwe dê bimirin.”

 “Psîkolojîya zarokên min xera bû”

Kesê bi navê M.K. jî di derbarê mijarê de destnîşan kir barîkat û hendek êdî li ber jiyanê bûne astengekî mezin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji rexekî PKK   ji rexê din vê jî hezên ewlehîyê. Em di navbera du agiran de mane. Dema ku dibe êvar û em diçin malên xwe zarokên 14 salî yên rûyên wan nixumandî û di destên wan de çekên lûle dirêj hene me didin sekinandin û kontrola nasnameyê dikin. Dema ku dibe nîvê şeve vêcar jî wesayîtên bi zirx li taxê hema ji berê ve guleyan berdidin. Êdî psîkolojîya zarokên min xera bû. Gelo tu kes dengê me nabihîze?”

 “ Her şev bi zext û zoradarîyê me dişînin hendekan da ku em nobed bigrin”

Kesê bi navê H.Z. di derbarê rewşa Silopî de destnîşan kir ew pêşî qet nedifikirî ku terka mala xwe bike; lê niha ji ber bûyeran ew niyet kiriye ku terka taxê bike û rewşa xwe wiha anî ziman: “Destûrê nadin em terka taxê jî bikin.  Êdî em naxwazin bijîn.An bila me bikujin an jî bila ev pevçûn bi dawî bibin. Her şev bi zorê li ber serê hendekan nobedê bi me didin girtin. Ji me re dibêjin heger hûn malên xwe terk bikin hûn cardin nikarin vegerin malên xwe. Divê êdî hinek kes  ji vê rewşê re bibêjin êdî bes e.”

 “Nêzî deh malbatî malên xwe terk kirin, ji van malbatên ku malên xwe  terk kirine re her yek 10 hezar lîre ceza hat birîn”

 A.A.yê ku li taxa Şehîd Harun Boy dijî jî di derbarê rewşa taxê de wiha axivî: “Li ber devê derîyê min mayin bi cî kirin. Her wiha li ber dîwar û li derdora mala min li cihên cûrbecûr mayîn bi cî kirine. Ji ber vê yekê ez nikarim ji mala xwe derkevim derve. Digel zarokan xwe em tevde 20 kes di mal de dimînin. Xwedê muhafize bike heger ji wan mayinan yek biteqî  wê mala me xera bibe û em ê hemû bimirin. Di wan rojên borî de di dema qedexeya derketina derve de ji deh malbatên ku terka malên xwe kirine re her yek 10 hezar lîre ceza birîne. Niha ez çi bikim, ka hûn bibêjin?”

Hem ji dîmenênan tê xuya kirin û him jî ji gotinên Silopîyan tê fêmkirin li Taxên Şehîd Harun Boy, Karşiyaka, Yeşîltepe, Barbaros,Başak,Nuh, Cudî, û Yenîşehîrê ewlehîya xelkê ya can û mal tune ye. Li van  taxan gelek hendek hatine kolan û barîkat hatine danîn . Her wiha di têketinên taxan de mayin û teqemenî hatine bicihkirin. Ji ber bûyerên tundî û şiddetê  li camîyan îbadet naye kirin û li mekteban jî perwerdehî nikare bê dayîn.(ÎLKHA)

 





































Bu haberler de ilginizi çekebilir