• DOLAR 32.591
  • EURO 34.823
  • ALTIN 2514.727
  • ...
Li Sêrtê 3 heremên ewlehîyê yên taybet hat îlankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Sêrtê ve hat dayîn de  hat îlankirin ku li navçeyên Erûh û Perwarî  bi tevahî 3 cî wek heremên ewlehîyê yên taybet hatin îlankirin. Hat ragihandin ku îlana ku ji bona  3 heremên ku  wek heremên ewlehîyê hatine îlankirin ji 6ê mijdarê dest pê dike û heta 20ê mijdarê wê berdewam bike.

Di daxuyanîya ku ji teref walîtîyê ve hatîye dayîn de navên cihên ku wek heremên ewlehîyê yên taybet hatine îlankirin wiha hatin rêzkirin: Herêma Yassîdag(Cirav)Erûhê  ,  nabeyna Taxa Akmeşe-Gira Golgelîçeşme, Herêma Çîyayê Şeyhomer, nabeyna qereqolên Kopruçay-Doganca-Îgnelî-Dogana navçeya Perwarî.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir